Mesrûr Barzanî gihişt Îmaratê

Welat TV - Hewlêr

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Berçileya 2025an, gihişt Îmarata Erebî.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn, ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdaneke fermî gihişt Îmaratê û li Ebûzebî ji aliyê Wezîrê Dewletê yê Wezareta Derve Seîd El-Hacerî ve hat pêşwazîkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku, Mesrûr Barzanî çend rojan lê dimîne û zincîrek hevdîtin li gel berpirsên pilebilind ên wî welatî encam dide.

*Bihêzkirina peywendiyan

Di hevdîtinên xwe de rêyên bihêzkirina peywendiyên dualî, rewş û pêşhateyên dawiyê li ser qadên Iraq û deverê gotûbêj dikin.