Bi çêja xwe ya xweş navdar in.. Demsala Mengayan e li herêma Efrînê
Welat TV - Hewlêr
Demsala mengayan li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye, Mengayên Efrînê bi çêj û kiwalîtiya xwe navdar in û bo hejmarek parêzgehên Sûriyê tên şandin.
Di salên dawîn de, çandina Menga li Efrînê zêde bûye, darên menga piştî derdora 8 salan berhem didin.
Cotkarên Efrînê kîloya mengayan ji 75 sintan ta zêdetirî dolarekî Emerîkî li gor kiwalîtiyê difroşin û bo Heleb, Şam û parêzgehên din tên şandin.
Pêwîstiya darên mangayê bi derman û avdaneke zêde heye, ku salane digihe derdora 20 avdanan, da ku berhemeke baş bide.
Piştî salekê ji kar, cotkarên Efrînê berhemên manga berhev dikin û berê xwe didin bazarê, hêviya wan jî ew e ku dahateke baş bi dest bixin da ku debara jiyana xwe bikin û xwe ji demsala bê re amade bikin.