Salvegera 47an a koçbarkirina Dr. Kamîran Bedirxan.. Kurtejiyan û xebata wî nasbike
Welat TV - Hewlêr
Îro 4ê Berçileyê, 47 sal di ser koçbarkirina xebatkar Dr. Mîr Kamîran Bedirxan re derbas dibin.
Kamîran Bedirxan yek ji stûnên xebata netewî ya Kurdî ye.
*Kurtejiyan û xebat
Kamîran Emîn Alî Bedirxan di Tebaxa 1895an de, li Stenbolê ji dayik bûye. Piştî bidawîkirina xwendina navendî, li zanîngeha Stenbolê beşê mafnasiyê xwend.
Tevlî komeleya Elte'alî ya Kurdî bû, gelek gotar di kovarên Jîn û Serbestî de belav kirin.
Piştî kodataya leşkerî ya Mistefa Kemal Etaturk û derketina fermana bidarvekirinê di dermafê wî de, li gel birayê xwe Mîr Celadet koçberî Elmanya bû û mafnasî xwend, û piştre vegeriya Bakurê Kurdistanê.
Piştî têkçûna Şoreşa Agirî careke din vegeriya Elmanya û nameya Doktora li Laybizêg pêşkêş kir.
Di sala 1943an de, herdu rojnameyên Roja Nû û Stêr derxistin.
Sala 1947an, berê xwe da Fransa, û li zanîngeha Parîsê bû mamostayê beşê zimanên rojhilatî bi taybet Zimanê Kurdî û Navenda Lêkolînên Kurdî damezrand.
Di 1948an de, nameyek di derbarê doza Kurdî de pêşkêşî Emîndarê giştî yê Neteweyên Yekgirtî kir.
Ji bilî Kurdî, Dr. Kamîran zimanên Turkî, Farisî, Elmanî û Erebî dizanîn û 26 pirtûkên wî hatine çapkirin.
*Koçbarkirin
Di 4ê Berçileya sala 1978an de Dr. Kamîran Bedirxan li Parîsa Paytexta Fransa koça dawî kir.