Serok Barzanî: Diyalog û lihevtêgihiştin ji şer û aloziyan baştir in
Welat TV - Hewlêr
Serok Barzanî peyamek arasteyî Konfiransa Navdewletî ya Aştî û Civaka Demkratîk a Dem Partiyê ku li Stenbolê li dar dikeve kir.
Peyama serok Barzanî ji aliyê endama Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê Amîne Zikrî ve hate xwendin.
*Naveroka peyamê
Serok Barzanî di peyama xwe de got "Hêvîdar im ku encam û raspardeyên Konfiransa Aştî û Civaka Demokratîk a Navndewêetî, xizmeta pêvajoya aştî û çareserkirina pirsgirêkan û pêdiviyên serdem û qonaxa nû bikin".
Serok Barzanî da zanîn, "Devera me û hemû cîhan di qonaxeke hestiyar re derbas dibe, hemû nîşan diyar dikin ku destpêkeke nû heye, dikare tijî astengî be, an jî dikare tijî derfetên nû ji bo aramî, ewlehî û jiyaneke serbilind, birûmet û aştiyane ji bo gelên deverê be".
*"Waneyan ji şaşîtiyên bûrî werbigirin"
Serok Barzanî diyar kir, "Pêwîst e hemû alî waneyan ji şaşîtiyên serdemên bûrî werbigirin û bi henaseyeke nû, nerîneke zelal û tijî bawerî û hêvî, reftarê li gel hemû astengî û pêşhatên nû bikin. Her dem diyalog û lihevtêgihiştin ji şer û aloziyan baştit in û di gotûbêj û aştiyê de mirovahî mifadar û sûdmend dibe".
Serok Barzanî got jî, "Ez bi dil û can destxweşiyê li hikûmeta Turkiyê, birêz Erdogan û birêz Ocalan û hemû wan rêzdaran dikim ku derfet ji bo pêvajoya aştî, çareserî û danûstandinan rexsandin. Ez piştevaniya her hewlekê dikim ku xizmeta pêvajoya aştiyê û bihêzbûna birayetî û pêkvejiyana gelên devera me bike".
Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de got, "Hêviya serkeftinê ji bo we hemûyan dixwazim, bimînin di xêr xweşiyê de".