Ciwanê Efrînê yê ku rastî eşkenceya hovane hatibû jiyana xwe ji dest da
Welat TV - Hewlêr
Ciwanê Efrînê yê ku rastî eşkenceya tund di zîndanên çekdarên Artêşa Niştîmanî de hatibû, ji ber têkçûna rewşa wî ya tendirustî, îro 6ê Çileya 2025an, jiyana xwe ji dest da.
Di 2yê Berçileya 2024an, çekdarên bi navê Hêza Hevbeş ku ji Emşat û Hemzat pêk dihat, û niha di nava hikûmeta Sûriyê de ne, li bajarokê Til Rifetê danê sibehê girtin ser mala Mihemed Elî Sîcam, ew girt û zîndan kir.
*Malbat: Kesekî medenî bû
Wan çekdaran bi tometa tevlîbûna wî di nav HSD de ew girt, û di zîndanê Ezazê de rastî eşkenceya tund û hovane hat. Malbatê ji Welat TV re tekez kir ku ew kesekî medenî ye û têkilya wî bi partî û aliyên siyasî û leşkerî ve tune ne.
*Neynûkên wî hatibûn hilkirin
Di 13 Çileya 2025an, Mihemed hat serbestberdan, lê şûnên eşkenceya tund li ser laşê wî habûn û neynûkên wî hatibû hilkirin, lingên wî hatibû şewitandin, û hiş di serê wî de nemabû.
Malbatê diyar kir, Mihemed ji berê ve nexweş bû û pirsgirêk di damarên serî wê de hebûn, tevî wê yekê rastî lêdan û eşkenceyê hovana het, piştî serbestberdanê roj bi rojî lawaz û bêhêz bû.
Mihemed ji şêniyên navçeya Şiyê ya Efrînê ye, Îro li taxa Şêx Meqsûd a Helebê piştî derbaskirina rewşek xerab jiyana xwe ji dest da, û siba termê wî li navçeya Şiyê tê veşartin.