Serokê ENKS: Kurdan stemkarî û zehmetiya herî zêde ji destê rêjîma hilweşandî dîtibûn

Welat TV - Hewlêr

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî salvegera yekemîn a hilweşandina Rêjîma Esed bi çalakiyekê vejand.

Îro 8ê Berçileya 2025an, bi amadebûna Serokê ENKS û Endamên Desteya Serokatiyê, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, di bin dirûşma "Bi hev re ber bi Sûriyeyeke demokrat, Nenavendî û Piralî ve" ENKS çalakiyek bi bûneya salvegera hilweşandina Rêjîma jinavçûyî li dar xist. 

Serokê ENKS Mihemed Ismaîl di daxuyaniyekê ji Welat TV re got, salek li ser ketina rêjîma dîktator û xwînmij re derbas dibe, Kurdan gelê herî zêde stemkarî, zehmetî û û tundûtujiî li ser destê rêjîma hilweşandî dîtibûn, îro bi ketina rêjîmê kêfxweş in û şanaziyê bi wê yekê dikin.  

*Xwediyê dozê Şanda Kurdî ya Hevbeş e 

Serokê ENKS Mihemed Ismaîl got jî, heta niha Şam têkiliyê li gel hin aliyan dike ku ne xwediyên doza Kurdî ne, xwediyê doza Kurdê, Şanda Kurdî ya Hevbeş e, em bang li Şamê dikin ku danûstandinan li gel bike.

Di çalakiyê de, Partiyên siyasî, çalakvan, kesên serbixwe û alîgirên partiyên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî beşdar bûn.