Tom Barrack bo pêkhateyên Sûriyê: Derfeteke nû bo aştiyê heye
Welat TV - Hewlêr
Şandiyê taybet ê Emerîka bo Sûriyê Tom Barrack di daxuyaniyekê de li ser tora X da Zanîn ku ew piştevaniya hemû pêkhateyên Sûriyê dike.
Tom Barrack di wê daxuyaniyê de got: "Bo hemû welatiyên Sûriyê bi her pêkhateyekê çi Sunî, Elewî, Kurd, Kirîstyan, Durzî, Ereb, Turkuman û Şerkes îro bi vegerandina hêviyên hebeş em ahengan bi rê ve dibin".
Her weha Barrack da zanîn ku her kesê ku vê xakê weke welat ji xwe re dibîne piştî salên dirêj ji nalînê bi vê rojê ahengan digerîn e.
Di dawiya daxuyaniya xwe de Barrack diyar kir ku ev derfeteke nû ye ji bo aştî, yekîtî, geşepêdan û pêşerojekê ji hemû Sûriyan re.
To every Syrian - Sunni, Alawite, Kurd, Christian, Druze, Arab, Turkmen, Circassian, and all who call this ancient land home - after so many years of pain, today we celebrate your shared hope rising again.
— Ambassador Tom Barrack (@USAMBTurkiye) December 8, 2025
A new chance for peace, unity, and prosperity. The future belongs to all…
Brîtaniya bi bûneya derbasbûna salekê di ser ketina Rêjîma Esed re di daxuyaniyek de piştevaniya xwe ji Sûriyê re nîşan dide.
*Her weha bixwîne: Ehmed El-Şeri’: Em ê welêt bihêz vegerînin