Elmanya.. Dîwana helebestî ya Ferhad Dirê´î hate îmzekirin

Elmanya.. Dîwana helebestî ya Ferhad Dirê´î hate îmzekirin

Welat TV - Hewlêr

Dîwana helebestî ya helbestvan Ferhad Dirê´î li bajarê Essen ê Elmnya hate îmzekirin.

Bi beşdariya hejmarek nivîskar û hezkirên wêjeyê, merasîmên îmzekirina dîwana helbestî ya bi navê ”Muamerit El-Hibir” bi zimanê Erebî li bajarê Essen bi rê ve çûn.

Ahenga îmzekirinê ji aliyê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevaên Kurd li Sûriyê û Nûnertiya Ewropayê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan - Sûriya ve hate lidarxistin.

Di ahengê de, helbestvan Ferhad Dirê´î hejmarek helbest ji beşdarbûyan re xwendin, her weha hejmarek gotin ji aliyê beşdarbûyan ve hatin pêşkêşkirin.

Helbestvan Ferhad Dirê´î sala 1956an li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, ji aliyê Rêjîma Sûriyê ya hilweşiyayî ve rastî zindankirinê hatiye, beriya 5 salan berê xwe da Ewropayê û niha li Elmnya dimîne.