Di ahenegên Şamê kesekî canê xwe ji dest da û bi dehan birîndar bûn
Welat TV - Hewlêr
Hikûmeta Sûriyê ragihand ku di ahenegên salvegera hilweşandina Rêjîma Esed de kesekî canê xwe ji dest da, û bi dehan kes rastî tengenefesiyê hatin û birîndar bûn.
Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê di daxuyaniyekê de da zanîn, ji ber qelebalixiya zêde ciwanekî temen 17 salî canê xwe ji dest da û 18 kesên din ji ber xerabûna rewşa wan a tenduristî bo nexweşxaneyên Şamê hatin veguhestin.
Wezareta Tendirustiyê diyar kir ku tîmên wê xizmetguzariyên tendirustî pêşkêşî 247 kesî li cihê ahengan kirine.