Penaberekî Kurd ji ber bûyereke çûnûhatinê li Libnanê di rewşeke tendirustî ya zehmet de ye
Welat TV - Hewlêr
Ciwanekî Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji ber bûyereke çûnûhatinê li Libnanê di rewşeke tendirustî ya zehmet de ye.
Ciwanê bi navê Cemîl Hesen 16ê meha bûrî li bajarê Seyda li Libnanê rastî bûyereke çûnûhatinê hat û bi giranî birîndar bû.
Ji wê demê ve, Cemîl di nexweşxaneya Feqîh de ye li Libnanê û rewşa wî ya tendirustî aloz e.
Malbata Cemîl dixwazin wî veguhêzin nexweşxaneyên Sûriyê lê ew nikarin têçûna nexweşxaneya Libnanê bidin da ku wî derxin.
Bavê Cemîl ji Welat TV re got ku têçûna mana kurê wî li nexweşxaneyê 15 hezar dolarên Emerîkî ye, wan 4 hezar dolar daye û karîna wan tune ye pereyên mayî bidin.
Cemîl Hesen 17 salî ye û ji gundê Dumilya yê Herêma Efrînê ye.
*Her weha bixwîne: Ciwanekî Kobaniyê ji ber bûyereke çûnûhatinê jiyana xwe ji dest da