Xerabtirîn rêbenda Emşat li Efrînê hat rakirin

Welat TV - Hewlêr

Li navçeya Şiyê ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê dawîn rêbenda çekdarên Emşat hate rakirin.

Rêbend bi navê rêbenda Deve Yol e, di navbera gundên navçeyên Şiyê û Cindirêsê de, ji aliyê çekdarên Sultan Silêman Şah ve ku bi Emşat naskirî ne, hatibû danîn.

*Ji sala 2018an ve ye

Ji sala 2018an ve, ew rêbend hebû, û yek ji xerabtirîn rêbend bû li Efrînê, çekdarên Emşat serederiyeke xerab li gel şêniyên Kurd dikir, û xerabtirîn binpêkirin di dermafê wan de encam dida.

*Paşmayên çekdaran mane

Ji beriya çend rojan ve, ew rêbend ku dawîn rêbend e, li navçeya Şiyê hate rakirin, beriya wê jî hejmarek rêbend li navçeyê û gundên bi ser ve hatibûn rakirin, lê li gorî jêderan, heta niha hîn paşmayên wan çekdaran li hin cihan mane.

Li gorî dîmenên taybet ji Welat Tv re hatine şandin çekdar li rêbendê nemane û vala bûye.