Baregeha Barzanî daxwaz ji Xêrxwaziya Barzanî dike "Bi hawara ziyandîtiyan ve herin"
Welat TV - Hewlêr
Baregeha Barzanî, di daxuyaniyekê de, sersaxî ji malbat û kesûkarên qurbaniyên lehiya Çemçemala Silêmaniyê û Leylana Kerkûkê re xwest.
Baregeha Barzanî, got di encama baranbarîna bihêz de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û hejmarek kes birîndar bûn.
Baregeha Barzanî got jî, Xwedayê mezin qurbaniyan di bihuşta berîn de şa bike, her weha hêviya selametiya zû ji birîndaran re xwest, sebr û aramiyeke bide malbatên qurbaniyan.
Baregeha Barzanî di daxuyaniya xwe de daxwaz ji Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir ku di zûtirîn dem de bi hawara ziyandîtiyan ve here û alîkariyan ji wan re pêşkêş bike.