Bandora ketina Esed li ser Rojavayê Kurdistanê çi ye?
Welat TV - Hewlêr
Siyasetmedarên Kurd, başbûna rewşa Rojavayê Kurdistanê bi çareserkirina doza Kurdî ve girêdidin û dibêjin, gelê Kurd bi ketina rêjîma Esed a xwînmij kêfxweş e.
Xeleka duh a bernameya Rojeva Welat li ser mijara guhertin û bandora ketina Esed li ser Rojavayê Kurdistanê bû, her yek ji siyasetmedarê Kurd ê serbixwe Hesen Salih ji Qamilşo û serokê Xwecihiya Efrînê ya ENKS Ehmed Hesen ji Efrîn mêvan bûn.
*Rewşa deverên di bin destê HSD de
Hesen Salih, behsa deverên di bin destê Rêveberiya Xweser de kir û got, tu guhertin heta niha çênebûne ji ber ku rewş bi proseya siyasî ve girêdayî ye. Vegera xelkê bo deverên me kêm e, lê metirsiyên guhertina demografî bi ketine Esed nemane.
*"Divê çarenivîsa girtiyên diyar bibe"
Hesen Salih, got jî, rast e azadiyeke di karê siyasî de çêbûye, lê divê çarenivîsa girtiyên Kurd ên siyasî ji aliyê HSD ve were diyarkirin, her weha leşkeriya neçarî bi yekcarî were jinavbirin, ji ber ku yek ji sedemên nevegera xelkê ew e.
Hesen Salih got, konfiransa yekrêzî û yekhelwesta Kurdî ya 26 Nîsanê gaveke dîrokî ye, lê divê Şanda Kurdî tevgerê bike û dest bi xebata siyasî bike û destgirêdayî nemîne.
Hesen Salih tekez kir, ji çemê Dîcle ta Çiyayê Kurdan deverên Kurdan in, em hêjayî fedraliyê ne lê divê karekî cidî ji aliyê tevgera siyasî ve were kirin, û gefên Turkiyê li ser devera me kêm bûne, û egerên şerekî din tune ne.
*"Guhertineke bingehîn li Efrînê çêbûye"
Serokê xwecihiya Efrînê ya ENKS Ehmed Hesen behsa rewşa Efrînê kir û got, guhertineke bingehîn li Efrînê çêbûye, rê hemû vebûn û vegereke bêhempa ya Kurdan dest pê kir, û guhertina demografiya deverê têk çû û malbatên Ereb derdikevin.
*"Binpêkirin hene lê kêm bûne"
Serokê xwecihiya Efrînê ya ENKS Ehmed Hesen diyar kir ku binpêkirin li Efrînê ji aliyê paşmayên çekdaran ve berdewam in lê ne weke berê, û ta niha bi sedan ji welatiyên Efrînê girtî ne, daxwaza me rûpeleke spî vebibe û zîndan werin spîkirin.
*Çarenivîsa Efrînê
Serokê xwecihiya Efrînê ya ENKS Ehmed Hesen tekez kir ku divê em ji mafên xwe neyên xwar û em her dem banga mafên xwe bikin û çareseriya rewşa Efrînê, bi Rojavayê Kurdistanê ve girêdayî ye, ew jî di çarçoveya şanda Kurdî ya ku ji konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya 26ê Nîsanê derketiye.