Serok Barzanî û Konsulê Hingariya rewşa Sûriyê û guhertinên deverê gotûbêj kirin
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî û Konsulê nû yê Hingariya li Hewlêrê Girîgêy Tîvadar Takaç civiyan.
Di civînê de, rewşa Sûriyê, pêvajoya aştiyê li Turkiyê, gavên aliyên siyasî yên ji bo pêkanîn hikûmeta nû ya Iraqê, proseya siyasî li Herêma Kurdistanê, û pirsa pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê her weha guhertinên deverê gotûbêj kirin.
*"Nemaya min a mester li ser Kurdistanê ye"
Di civînê de, konsulê Hingariya, ragihand ku li ser dîrok, kultur û siyaseta Kurd û Kudirstan a niha û berê şareza ye û nameya xwe ya master li ser Kurdistanê amade kiriye, her weha spasiya rol û helwestên Serok Barzanî li ser hewlên bicîkirina aştî û aramiya deverê kir.
Konsulê Hingariya her weha, pîrozbahiya serkeftina proseya hilbijartinan, û serkeftina Partiya Demokrata Kurdistanê li Serok Barzanî kir.
*Pêşxistin û başkirina peywendiyan
Di civînê de her du aliyan li ser pêşxistin û başkirina peywendiyên dualî di hemû waran de bi taybet di warên abûrî û bazirganî de hevnerîn bû.