Hakan Fîdan: Vekirina dergehê Nisêbîn - Qamişlo girêdayî bicihkirina rêkeftina 10 Adarê ye
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan ragihand ku Vekirina dergehê Nisêbîn - Qamişlo girêdayî bicîkirina rêkeftina 10 Adarê ye.
Hakan Fîdan di rûniştineke Perlemana Turkiyê de got ku ew dixwazin hemû dergehên Sînorî bi Sûriyê re vekin, lê vekirina dergehê Nisêbîn – Qamişlo girêdayî bicîkirina rêkeftina 10 Adarê ye.
Derbarê rewşa Sûriyê, Wezîrê Derve yê Turkiyê diyar kir ku hilweşîna Rêjîma Esed û destpêkirina qonaxeke nû li Sûriyê pêşbênîkirî bû.
Hakan Fîdan da zanîn jî ku Sûriyê di qonaxeke nû re derbas dibe, û divê yekîtiya wê were parastin û nabe aliyên derkî destêwedanê di Sûriyê de bikin.
Li ser mijara penaberên Sûrî li Turkiyê Fîdan got ku girîng e penaberên Sûrî vegerin welatê xwe û beşdariyê di avakirina wî de bikin.
*Her weha bixwîne: Ebdî: Spasiya serokê Herêma Kurdistanê dikin û pêwîstiya Sûriyê bi nenavendiyê heye