Serok Barzanî: Yekîtiya Jinên Kurdistanê destkefteke girîng a xebata Kurdistanê ye
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî bo bûneya 73 saliya salvegera damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Serok Barzanî got, Yekîtiya Jinên Kurdistanê, destkefteke girîng a xebata neteweyî û tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê ye ku roleke berçav û bibandor di bilindkirina asta hişyariyê, parastina mafên jinan, û bihêzkirina pêgeha jina Kurd de lîstiye.
Naveroka Peyamê:
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan Rêzdarên Sekretêr û endamên Mekteba Sekretariya Yekîtiya Afretên (Jinên) Kurdistanê, Bi boneya heftê û sêyemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê, pîrozbahiyên germ pêşkêşî we û hemû endamên rêxistina we ya têkoşer û hemû jinên Kurdistanê dikim.
Yekîtiya Jinên Kurdistanê, destkefteke girîng a xebata neteweyî û tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê ye ku roleke berçav û bibandor lîstiye di bilindkirina asta hişyariyê, parastina mafên jinan, û bihêzkirina pêgeha jina Kurd de.
Ev rêxistin bi têkoşîna xwe ya berdewam kariye dengê jinên Kurdistanê bigihîne û bibe beşeke girîng a xebata neteweyî û medenî ya gelê Kurdistanê.
Di vê bîranînê de, rûmeta min ji bo xebat, tekoşîn û qurbanîdana jinên Kurdistanê heye û di qonaxên xebata gelê Kurdistanê de erkê wan li ser milên wan bûye.
Ez piştrast im ku Yekîtiya Jinên Kurdistanê, mîna qonaxên berê yên xebata xwe, di paşerojê de jî di pêşxistina doza rewa ya gelê me û parastina maf û daxwazên jinan de, dê roleke pêşeng bilîze. Hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.
Mesûd Barzanî
11ê Kanûna Yekem a 2025