Mesrûr Barzanî: Yekîtiya Jinên Kurdistanê piştevaniyeke bêhempa dida Pêşmergeyên Kurditanê
Welat TV - Hewlêr
Cîgirê Serokê Partiya Demokarata Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi bûneya salvegera 73 saliya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Mesrûr Barzanî, di peyama xwe de pîrozbahî li sekreter û endamên yekîtiyê kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.
*"Rola Yekîtiyê girîng û pêşeng bû"
Mesrûr Barzanî amaje bi rola girîng a xebata Yekîtiya Jinên Kurdistanê kir û got: Di dîroka Kurdistanê de rola Yekîtiya Jinên Kurdistanê girîng û pêşeng bû û her dem di rêzên pêşîn ên berevanîkirinê di mafên jinan û mafên rewa yên gelê me de bû.
*"Piştevaniyeke bêhempa ji hêzên Pêşmerge re bû"
Mesrûr Barzanî da zanîn, Yekîtiya Jinên Kurdistanê piştevaniyeke bêhempa dida hêzên Pêşmergeyên Kurditanê, û nimûneyeke geş a xebat, qurbanîdan û cangoriyê di ber mafên gelê Kurdistanê de bû, her weha rola wê di amadekirina serkirdeyan de mezin bû.
Cîgirê Serokê Partiya Demokarata Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de, hêvî kir ku Yekîtiya Jinên Kurdistanê di rol û xebata xwe de ji bo bicîkirina armancên xwe di xizmetkirina jinên Kurdistanê û berevanîkirinê di mafên wan ên rewa de, berdewam be.