Serok Barzanî û serokê partiya "Neynewa ji bo xelkê wê ye" rewşa siyasî gotûbêj dikin
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî û serokê partiya "Neynewa ji bo xelkê wê ye" Ebdulah Himêdî Icêl Elyawir civiyan û rewşa siyasî gotûbêj kir.
Baregeha Barzanî ragihand, îro 11ê Berçileya 2025an, li Pîrmamê serok Barzanî pêşwazî li serokê partiya "Neynewa ji ji bo xelkê wê ye" Ebdulah Himêdî Icêl Elyawir û şanda pê re kir.
Baregehê da zanîn, di civînê de rewşa siyasî ya Iraqê, qonaxa piştî hilbijartinan, peywendiyên di navbera aliyên siyasî de û rewşa parêzgeha Neynewa hatin gotûbêjkirin.