Tevlîhevî li bazara diravan li Rojavayê Kurdistaê û Sûriyê çêbûye

Welat TV - Hewlêr

Pesendkrina projeyasaya rakirina sizayên Sîzer ji aliyê Encûmena Nûneran a Emerîkî ve, projeyasaya rakirina sizaya "Sîzer" li ser Sûriyê pesend kir, tevlîhevî li bazara diravan dirust kiriye.

Beşek ji xelkê berê xwe dide cihên guhertina diravan û pereyên biyanî bi Lîreya Sûrî diguhere û beşê din jî, li benda zelabûna rewşê ne.

Welat TV pirsa mijara guhertina nirxê Lîreya Sûrî arasteyî pisporên abûrî dike, abûrînas Şukrî Yûsif dibêje: ”bilinbûna nirxê Lîreya Sûrî li hember Dolarê Emerîkî demkî ye”.

Li gorî Şukrî Yûsif, nirxê Lîreya Sûrî di rojên bê de li hebmer Dolarê Emerîkî dadikeve.

Encûmena Nûneran a Emerîkî projeyasaya rakirina sizaya "Sîzer" li ser Sûriyê pesend kir,lêi bo ku rakirin bibe yasayeke karpêkirî, pêwîst e di 3 qonaxan re derbas bibe: Dengdana Encûmena Nûneran, Dengdana Encûmena Pîran û îmzekirina serokê Emerîka.

Tevî pesendkirina projeyasaya rakirina sizayên "Sîzer" lê hîn pêşeroja abûriya Sûriyê û nirxê Lîreya Sûrî ne zelal e, Akadîmînas jî nirxê pereyan bi aramiya siyasî û ewlehî girê didin.