Fîdan: HSD û Şamê digihin rêkeftinekê dema Israîl û Sûriyê li hev bikin
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Derve yê Turkiyê dibêje ku pêwendiyeke rasterast di navbera tevgera Israîlê li Sûriyê û nepabendbûna HDS bi rêkeftina 10 Adarê de heye, û got ku ew hêvîdar in hemû pirsgirêk di navbera HSD û hikûmeta Sûriyê de bi rêya diyalogê çareser bibin.
Hakan Fîdan di hevdîtinekê de li gel kenala El-Cezîre, da zanîn ku Pêwendiyeke rasterast di navbera tevgera Israîlê li Sûriyê û nebicîkirina HSD ji rêkeftina 10ê Adarê re heye: "HSD dê bigihe rêkeftinekê li gel hikûmeta Sûriyê, dema ku Israîl bigihe lihevtêgihiştinekê bi Sûriyê re".
Hakan Fîdan got jî ku Rêkeftina 10 Adarê gaveke girîng bû ji bo dîtina çareseriyeke domdar û hemû alî di nav de Turkiyê, Emerîka û Sûriyê jê razîbûn.
Li gorî Fîdan di dema niha de HSD gavan ji bo bicîkirina wê rêkeftinê navêje.
Wezîrê Derve yê Turkiyê da zanîn jî ku ew hêvîdar in pirsgirêkên di navbera HSD û Hikûmetê de bi rêya diyalogê çareser bibin.
Hakan Fîdan di daxuyaniya xwe de tekez kir ku ew çêbûna şerekî nû li Bakurê Sûriyê red dikin ji ber ku sivîl dê baca herî mezin bidin û got: "Eger HSD pabend bibe, derfeteke mezin heye ku yekîtiyeke niştîmanî ya rasteqîne li Sûriyê çêbibe".