Rêveberiya Kampa Holê: Me hewleke revê ya hejmarek nişteciyên kampê têk daye

	Rêveberiya Kampa Holê: Me hewleke revê ya hejmarek nişteciyên kampê têk daye

Welat TV - Hewlêr

Rêveberiya Kampa Holê ya taybet bi malbatên rêxistina DAIŞ a terorîst ragihand ku wan hewleke revê ya hejmarek nişteciyên kampê têk daye.

Ajansa Nûçeyan ya Fransî (AFP) ji Rêveberiya Kampa Holê veguhest ku derengiya şeva 10ê Berçileyê hejmarek kes ji regeznameyên cuda di nav de welatiyên Rûsiya, hewl daye ji kampê birevin.

Rêveberiya kampê diyar kir ku ew hewil hatiye têkdan bê ku behsa hûrgiliyên zêdetir bike.

Li gorî rêveberiya kampê, hewlên revê ji kampê di rojên hebûna mijê de zêde dibin.

Li Kampên Hol û Roj ên taybet bi malbatên DAIŞê li deverên di bin kontirola HSDê de, niha zêdetirî 30 hezar kesî dimînin, derdora nîvê wan biyanî ne.

*Her weha bixwîne: HSD: Hêzên me endamekî şaneyên DAIŞê li Dêra Zorê kuşt û yek birîndar kir