Dêrik.. YXCDK-R rûniştinek li ser mafê jinê û ciwanan li dar xist

Dêrik.. YXCDK-R rûniştinek li ser mafê jinê û ciwanan li dar xist

Welat TV - Hewlêr

Hejmarek xwendevan di rûniştinekê de li bajarê Dlrikê yê Rojavayê Kurdistanê mafê jin û ciwanan di civakê û jiyana siyasî de gengeşe kir.

Rûniştin ji aliyê Şaxê Dêrikê yê Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokratî Kurdistanî – Rojava ve hate lidarxistin.

Di rûniştinê de, hejmarek xwendevan beşdar bûn û mafê beşdariya jinê û ciwanan di civakê û jiyana siyasî de mijar bû.

Kesên beşdar astengiyên li pêş jinê û ciwanan û çawaniya misogerkirina rola wan gengeşe kirin.

Mihemed Sofî Berpirsê Şaxê Dêrikê yê Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokratî Kurdistanî – Rojava ji Welat TV re da zanîn ku ew dixwazin bi rêya çalakiyên bi vî rengî xwendevanan nêzîkî doza Kurdî bikin da ku roleke wan a berçav di pêşerojê de hebe.

Sîdra hesam yek ji xwendevanên beşdar kêfxweşiya xwe bi vê rûniştinê nîşan da û hêvî kir ku çalaiyên bi vî rengî bi awayekî berdewam hebin.

Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokratî Kurdistanî – Rojava çalakiyan li bajarên cuda yên Rojavayê Kurdistanê encam dide da ku rola xwendevan û ciwanan di civakê de bizêtir bike.