Turkiyê: Hin welat HSDê han didin tevlî artêşa Sûriyê nebe

Turkiyê: Hin welat HSDê han didin tevlî artêşa Sûriyê nebe
Turkiyê: Hin welat HSDê han didin tevlî artêşa Sûriyê nebe

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Berevaniyê ya Turkiyê ragihand ku hin welat HSDê han didin tevlî Hikûmeta Sûriyê nebe.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Turkiyê Zekî Akturk di kongira xwe ya rojnamevanî de li Enqerê got ku hin welat bi rêya kar û gotarên xwe HSDê han didin tevlî Hikûmeta Sûriyê nebe, bê ku wan welatan bi nav bike.

Akturk da zanîn jî ku HSDê tevî îmzekirina rêkeftina 10ê Adarê "li cihê ku tevlî artêşa Sûriyê bibe, çalakiyên xwe encam dide û ziyanên digihîne aramiya Sûriyê".

Zekî Akturk diyar kir ku nerîna Turkiyê derbarê tevlîbûna HSDê bo artêşa Sûriyê zelal e û "divê endamên wê bi awayekî takekesî tevlî artêşê bibin ne weke qeware".

Derbarê liv û tevgerên Turkiyê yên dawiyê li Sûriyê, Akturk got ku "ew tevger asayî ne, ne amadekarî ne bo operasyoneke leşkerî li gorî gotgotên hatine belavkirin".

►Her Weha Bixwîne.. Fîdan: HSD û Şamê digihin rêkeftinekê dema Israîl û Sûriyê li hev bikin