Şahî bû şîn.. Di teqîna ahengekê de li Derayê 34 kes birîndar bûn
Welat TV - Hewlêr
Di encama teqîna bombeyan, di nava ahengeke hevjîniyê de li parêzgeha Derayê, 34 kes birîndar bûn, di nav jin û zarok hene.
Ajansa Sana ragihand, li bajarokê Abdîn ê gundewarê Derayê, hejmareke çekdarên nenas 2 bombe avêtin nava ahengê, di encama teqînê de zêdetirî 30 kesan birîndar bûn.
Rêveberiya Tenduristiyê li Derayê ragihand, hejmara birîndaran 34 kes in û di nava wan de 7 zarok in û rewşa 3yan zehmet e.
*Hêzeke Israîlî xwe gihand nêzîkî cihê teqînê
Ji aliyê xwe ve, moxtarê wî bajarokî di daxuyaniyekê de da zanîn, piştî teqînê hêzeke Israîlî ji 3 otombîlan pêk dihat berê xwe da nêzîkî cihê teqînê û çavdêriya rewşê kir.
Heta niha encamder û sedemên tawanê nehatine diyarkirin.