ENKS di merasîmên bîranîna avakirina dêra Mar Agob de beşdar dibe
Welat TV - Hewlêr
Duh 12ê Berçileya 2025an, bîranîna avakirina dêra Mar Agob a Ermenên Ortodoks li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi rê ve çû.
Di merasîmên bîranînê de şandên Encûmena Nişitîmanî ya Kurdî, partiyên siyasî yên Kurdî û kirstiyanan amade bûn.
Berdevkê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî, ENKS, Fêsel Yûsif ji Welat TV re got, "Em bi têkliya li gel Ermeniyan kêfxweş in, me her demî dîtiye ku Ermen navnîşana rastiyê ne".
*"Divê bi hev re kar bikin ji bo Sûriyeya nû"
Berdevkê, ENKS Fêsel Yûsif got jî, "Em tekez dikin ku pêkhateyên Qamişlo di qonaxeke nû de ne û divê bi hev re kar bikin û bibine hevparê Sûriyeya nû".
Dêra Aar Agob li Qamişlo ji beriya 90 salî ve hatiye avakirin û merasîm piştî nûjenikirina wê bi rê ve çûn.