MSD: "Nabe rêkeftina 10ê Adarê bi demeke destnîşankirî ve were girêdan"
Welat TV - Hewlêr
Berpirsekî MSD ragihand ku nabe rêkeftina 10ê Adarê ya di navbera HSD û Şamê de, bi demeke destnîşankirî ve were girêdan.
Hevserokê Nivîsîngeha Encûmena Sûriya Demokrta MSD Hesen Mihemed Elî ji ajanseke nêzîkî HSD re ragihand, nabe serederî li gel pêşeroja Sûriyê bi moletên demên destnîşankirî ve were kirin.
*"Danûstandin takerê ye"
Berpirsê MSD got jî, danûstandin takerê û bijardeya ji bo dubarenebûna bûyerên mîna bûyerên li Beravê û Siwêdayê ne, û naveroka proseya danûstandinan dê pêşeroj û arsateya destnîşan bike.
*"HSD pêşniyar pêşkêş kirine"
Hesen Mihemed Elî amaje bi wê yekê kir, HSD hejmareke pêşniyar ji bo pirsa tevlîbûna di nava artêşê de pêşkêş kirine, lê Hikûmeta veguhêz a Sûriyê tu bersiv nedaye û nabe pêşniyar werin piştguhxistin û lîstik bi fakterê demê were kirin.
►Her weha bixwîne:
Mezlûm Ebdî tekeziyê li ser welatekî demokrat û nenavendî dike
Hakan Fîdan behsa HSD dike: "Nabe du artêş li Sûriyê hebin"