Efrîn.. Nûciwanekî 17 salî di bûyereke hatinûçûnê de jiyana xwe ji dest da
Welat TV - Hewlêr
Di encama bûyereke hatinûçûnê de li Efrîna Rojavayê Kurdistanê nûcwanekî jiyana xwe ji dest da.
Bûyer duh 12 Beriçleya 2025an, li ser rêya sereke ya bajarê Efrîn û navçeya Raco çêbû, tê de nûciwanê bi navê, Ciwan Osman Hemglîno jiyana xwe ji dest da.
Li gorî dîdevanan ji Welat TV re got, li çarêya Kargehan a rêya sereke ya Efrîn - Raco, Ciwan bi matorsîklê li otombîlekê da û jiyana xwe ji dest da.
Ciwan Osman Hemglîno 17 salî bû û ji şêniyên gundê Me'mila yê navçeya Raco ye, lê li gundê Stêr li gel malbata xwe, dijiya.
*Gilî ji xerabiya rê tên kirin
Rêya Efrîn û Raco yek ji rêyên dirêj ên herêma Efrînê ye, her dem gilî û gazin ji xerabiya rê tê kirin, û ji ber lezîtiya zêde jî, her dem û demekê bûyerên hatinûçûnê rû didin.
►Her weha bixwîne.. Du welatiyên Efrînê di bûyerên hatinûçûnê de jiyana xwe ji dest da