Erdogan: Bi bicîkirina rêkeftina 10 Adarê pîlanên li dijî Sûriyê tên têkbirin

Erdogan: Bi bicîkirina rêkeftina 10 Adarê pîlanên li dijî Sûriyê tên têkbirin

Welat TV - Hewlêr

Serokomarê Tukriyê Receb Tayib Erdogan ragihand ku rêkeftina 10ê Adarê girêdayî pêşeroja deverê ye û bi bicîkirina rêkeftinê hemû pîlanên li dijî Sûriyê tên têkbirin.

Serokomarê Turkiyê Receb Tayib Erdogan di daxuyaniyekê de da zanîn, rêkeftina 10ê Adarê proseyeke girêdayî pêşeroja deverê ye, û cîbicîkirina vê rêkeftinê dê encama herî baş be ji bo Sûriyê û dê yekperçe û aramiya welêt jî bihêz bike.

Serokomarê Turkiyê diyar kir ku ya giring ew e rêveberiya niha ya Sûriyê bi nerînekê kar bike ku armanc jê yekgirtina hemû pêkhateyên Sûriyê be, û cîbicîkirina rêkeftinê hemû pîlanên li dijî Sûriyê hatine danîn dê werin têkbirin. 

Serokomarê Turkiyê got, ew aştiyê ji xelkê Sûriyê re ji bo hemû pêkhateyên wê Tirkmen, Ereb, Kurd û Sune û Elewiyan, bê cudahî dixwazin.