Ji bo gotûbêjkirina binpêkirinên Israîlê şandeke UN digihe Quneytira

Ji bo gotûbêjkirina binpêkirinên Israîlê şandeke UN digihe Quneytira

Welat TV - Hewlêr

Komîta dûvçûna rastiyan a Netewên Yekbûyî gihişte parêzgeha Quneytira li Başûrê Sûriyê.

Li gorî ragihandina fermî ya Parêzgehê, armanc ew bû, ku binpêkirinên artêşa Israîlê di dermafê sivîl, mal û milkên wan de belge bike.

Komîta dûvçûna rastiyan ya Netewên Yekbûyî li gel hejmarek ji xelkê parêzgehê civiya û li rewşa wan pirsî.

Seredana Komîta navnetewî hevdemê derbasbûna hêzên Israîlê bo gundewarê Quneytira hat.

Li gorî ajansa Sana, îro danê sibehê hêzeke Israîlê derbasî gundê Seyda El-Hanût bû û rêbendek li destpêka gund danî û hejmarek malbat pişknîn kirin.

Ji dema hilweşandina Rêjîma Esed ve, rojane hêzên Israîlê derbasî gundewarên Quneytira û Der’ayê li Başûrê Sûriyê dibin.