Serok Barzanî pîrozbahiyê li Dr. Berhem Salih dike
Welat TV - Hewlêr
Serok Barzanî pîrozbahî li Dr. Berhem Salih ji bo wergirtina posta Komîserê Bilind ê Karûbarên Penaberan li Netewên Yekgirtî kir.
Baregeha Barzanî îro 13 Berçileya 2025an, da zanîn, "Di peywendiyeke telefonî de Serok Barzanî pîrozbahî li Dr. Berhem Salih ji bo wergirtina posta serokê Komisyona Bilind a Karûbarên Penaberan li Netewên Yekgirtî kir".
Baregeha Barzanî diyar kir, "Di peywendiya telefonî de, serok Barzanî kêfxweşiya xwe bi wergirtina Kurdekî ji wê posta li ser asta Netewên Yekgirtî re nîşand da, û hêviya serkeftinê ji Dr. Berhem Salih re xwest".