Kuştî û birîndar hene.. Hêzên Emerîkî û yên ewlekariya Sûriyê rastî êrîşekê hatin

Kuştî û birîndar hene.. Hêzên Emerîkî û yên ewlekariya Sûriyê rastî êrîşekê hatin
Kuştî û birîndar hene.. Hêzên Emerîkî û yên ewlekariya Sûriyê rastî êrîşekê hatin

Welat TV - Hewlêr

Hêzên Emerîkî û yên ewlekariya Sûriyê rastî êrîşekê li Tedmurê hatin û kuştî û birîndar hene.

Îro di dema encamdana gereke meydanî ya hevbeş de li nêzîkî bajarê Tedmurê, hêzên Emerîkî û yên ewlekariya Sûriyê rastî gulebaranê hatin.

Jêdereke taybet ji Tedmurê ji Welat TV re got ku di encama êrîşê de 4 serbazên Emerîkî birîndar bûn, Her weha 2 endamên ewlekariya Sûriyê hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve jî medyaya fermî ya Sûriyê ragihand ku di encama êrîşê de, 2 endamên hêzên ewlekariyê û hejmarek serbazên Emerîkî birîndar bûn, û encamderê êrîşê jî hate kuştin.

Hevdemê vê yekê, tevgera çûnûhatinê li ser rêya navdewletî Dêra Zorê – Şam bi awayekî demkî rawestiya û balafirên şer û helîkopter li ser esmanê deverê re firyan.

Heman jêderan daye zanîn jî ku helîkopterên Emerîkî birîndar bo bingeha Tenefê veguhestin.