Emerîka: 5 serbazên me di êrîşa li Tedmurê de hatin kuştin û birîndarkirin

Emerîka: 5 serbazên me di êrîşa li Tedmurê de hatin kuştin û birîndarkirin

Welat TV - Hewlêr

Emerîka kuştin û birîndarbûna 5 serbazên xwe di êrîşa li Tedmurê de ragihand.

Serkirdayetiya Navendî ya Emerîkî di daxuyaniyekê de got, çekdarekî rêxistina Daişê ya terorist êrîşî hêzên Emerîkî li Sûriyê kir.

Da zanîn jî, di encama êrîşê de, 2 serbazên Emerîkî û sivîlekî Emerîkî hatine kuştin û 3 serbazên din birîndar bûn, û ew êrîşkerê çekdar jî hate kuştin.

Îro, di dema encamdana gereke meydanî ya Hevbeş de li nêzîkî bajarê Tedmurê, hêzên Emerîkî û yên ewlekariya Sûriyê rastî gulebaranê hatin.

Jêdereke taybet ji Welat TV re gotibû, di encama êrîşê de 4 serbazên Emerîkî birîndar bûn, her weha 2 Endamên Ewlekariya Sûriyê hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Hevdemê vê yekê jî, tevgera çûnûhatinê li ser rêya navdewletî Dêra Zorê – Şam bi awayekî demkî rawestiya û balafirên şer û helîkopter li ser esmanê deverê re firyan.

►Her weha bixwîne.. Kuştî û birîndar hene.. Hêzên Emerîkî û yên ewlekariya Sûriyê rastî êrîşekê hatin