Mesrûr Barzanî û siyasetmedar Miş'an El-Cibûrî rewşa Iraqê gotûbêj kir

Welat TV - Hewlêr

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Siyasetmedar Miş'an El-Cibûrî îro 13 Berçileya 2025an li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, civiyan.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, "Me pêşwazî li siyasetmedarê Iraqî Miş'an El-Cibûrî kir, û me rewşa siyasî ya giştî li Iraq û deverê gotûbêj kir".