Wezareta Navxwe: Pêwendiya êrîşkerê Tedmurê bi hêzên ewlekariyê ve tune ye
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Navxwe ya Sûriyê ragihand ku pêwendiya encamderê êrîşa Tedmurê bi hêzên ewlekariyê yên hikûmetê ve tune ye.
Berdevkê Wezareta Navxwe Nûredîn El-Baba di daxuyaniyekê de got ku wan beriya niha hişyarî ji egera êrîşekê ji aliyê çekdarên rêxistina DAIŞ a terorîst ve dabû hêzên Hevpeymaniyê, "lê wan hişyarî berçav negirt".
Got jî ku endamekî DAIŞa terorîst li ber dergehê yek ji bareghehên li biyababna Tedmurê gule berdan, û ev yek hevdemê gereke meydanî ya hevbeş a Hevpeymaniya Navdewletî û serkirdayetiya Ewlekariya Navxwe, hat.
Li gorî El-Baba, "pêwendiya encamderê êrîşê bi hêzên ewlekariya Sûriyê ve tune ye".
*Barrack: Pabend in bi jinavbirina terorê
Her di vê derbarê de Thomas Barrack şandiyê taybet ê Emerîka bo Sûriyê daxuyaniyek belav kir.
Barrack got ku ew bi tundî êrîşa terorî ya dijî dewriyeke hevbeş a Emerîka û Hikûmeta Sûriyê li naverasta Sûriyê şermezar dikin.
Got jî, Ew tekeziyê li ser pabendiya berdewam bi jinavbirina terorê bi hevkariya hevparên Sûrî dikin.
►Her weha Bixwîne.. Emerîka: 5 serbazên me di êrîşa li Tedmurê de hatin kuştin û birîndarkirin
I strongly condemn the cowardly terrorist ambush targeting a joint U.S.–Syrian government patrol in central Syria. We mourn the loss of three brave U.S. service members and civilian personnel and wish a speedy recovery to the Syrian troops wounded in the attack. We remain… https://t.co/RhuyUzRk7S
— Ambassador Tom Barrack (@USAMBTurkiye) December 13, 2025