Balyozxaneya Emerîka li Sûriyê êrîşê şermezar dike û Trump soz dide
Welat TV - Hewlêr
Balyozxaneya Emerîka li Sûriyê, kuştina serbazên xwe li Tedmurê şermezar kir.
Balyozxaneya Emerîka li Sûriyê di daxuyaniyekê de da zanîn, "Em êrîşa li ser hêzên Emerîka û Hikûmeta Sûriyê bi tundî şermezar dikin, em bi kuştina 3 ji serbaz û karmendên sivîl xembar in".
Balyozxaneyê diyar kir, "Em tekeziyê li ser pabendbûna rûbirûbûna terorê li gel hevparên xwe yên Sûrî dikin û hêviya selametiyê ji birîndaran re dixwazin".
*Em ê bersivê bidin
Ji aliyê xwe ve, Serokê Emerîka Donald Trump, da zanîn, "Eger êrîşeke din li ser hêzên me li Sûriyê hat kirin em ê bersivê bidin rêxistina DAIŞê".
Trump got jî, "Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri´ ji êrîşê bihêrs û bêzar e û rêkarên tund ên tolhildanê dê hebin".
*Nûçeyên girêdayî êrîşî bixwîne:
Wezareta Navxwe: Pêwendiya êrîşkerê Tedmurê bi hêzên ewlekariyê ve tune ye
Emerîka: 5 serbazên me di êrîşa li Tedmurê de hatin kuştin û birîndarkirin
Kuştî û birîndar hene.. Hêzên Emerîkî û yên ewlekariya Sûriyê rastî êrîşekê hatin