Dayîk bang dike.. 15 sal in 4 birayên Rojavayê Kurdistanê wenda ne
Welat TV – Hewlêr
4 birayên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê, nêzîkî 15 salan e, wenda ne, dayîka wan di rêya Welat TV re banga li rêxistinên mafên mirovan û aliyên peywendîdar dike.
Terfe Dawûd ji gundê Şûniyê yê gundewarê Hesekê ye, dayîka herçar ciwanên bi navê Silêman, Fêsel, Alan û Basil Mihemed e, da zanîn, ku ev 14 sal û 11 meh in çarenivîsa wan ne diyar e.
Dawûd da zanîn, ku di serdema rêjîma Esesd a hilweşiyayî de li Himsê di dema kar de hatine girtin.
Terfe tekez kir, me li hemû dergehan da ji bo naskirina çarenivîsa wan lê piştî nêzîkî 15 salan ji girtinê hîn ew wenda ne.
Terfe Dawûd diyar kir ku wan gelek pere dane ji bo wergirtina nûçeyekê li ser zarokên xwe lê ew yek bê sûd bû.
Çîroka Terfe û zarokên wê yek ji bi hezaran çîrokên ku serdema Esed de çêbûne, tevî derbasbûna zêdetirî salekê di ser ketina Esed de jî hîn Terfe li benda nûçeyekê li ser zarokên xwe ye.