Mezlûm Ebdî: Şerê dawiyê pilankirî bû û li ser me hat sepandin

Mezlûm Ebdî: Şerê dawiyê pilankirî bû û li ser me hat sepandin

Welat TV - Hewlêr

Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî di daxuyaniyekê de behsa rêkeftina di navbera HSDê û hikûmeta Sûriyê ya veguhêz de kir û got, şerê dawiyê ji gelek aliyan ve hatibû pilankirin û li ser wan hat sepandin.

Mezlûm Ebdî got, ji bo şer nebe şerekî navxweyî ku jê re hatibû plankirin, ew ji parêzgehên Reqa û Dêra Zorê vekişiyan û xwestin rê li ber şer bigrin.

Mezlûm Ebdî her weha tekez kir ku, îro 19ê Çileyê, ew dê li Şamê be û piştî civînên li Şamê ew dê bi hurgilî li ser rêkeftinê daxuyaniyê bide.

Ebdî diyar jî kir, ew ê di xebata xwe de berdewam bin ji bo parastina mafê gelê xwe û parastina ewlehiya Sûriyê.

►Her weha bixwîne:

14 xalan li xwe digire.. Rêkeftina rawestandina şer di navbera HSD û hikûmetê de

Serok Barzanî pêwendiyeke telefonî ji Ehmed El-Şeri’ wergirt