Ilham Ehmed: Nûçeyên girêdayî komkujiyan li Hesekê dûr in ji rastiyê
Welat TV - Hewlêr
Berpirsa Pêwendiyên derve ya Rêveberiya Xweser Ilham Ehmed da zanîn ku ew bi rêkeftina rawestandina şer, pabend in.
Duh 18ê Çileya 2026an, medya û çalakvanên nêzîkî hikûmetê nûçeyên derbarê encamdana komkujiyan li Hesekê belav kiribûn, û wezareta Navxwe ya Sûriyê got ku ew wê yekê dişopînin.
Berpirsa Pêwendiyên derve ya Rêveberiya Xweser Ilham Ehmed got, "Ew hişyariyê didin tevaya welatiyan û nûçeyên girêdayî komkujiyan li Hesekê dûr in ji rastiyê".
Ehmed got jî "Hin jêderên girêdayî aliyên têkder vê yekê ji bo nepabendiyê bi agirbestê, dikin".
Ilham Ehmed da zanîn ku "Em pabendî rêkeftina rawestandina şer û tevlîbûna temam in".