HSD: Zindana Şedadê ya girtiyên DAIŞa terorîst ji destê me derket
Welat TV - Hewlêr
HSD ragihand ku zindana Şedadê ya girtiyên rêxistina DAIŞa terorîst ji bin destê wê derket.
HSD di daxuyaniyekê de got ku grûpên çekdar ên hikûmeta Sûriyê, êrîşî zindana Şedadê ya ku bi hezaran endamên DAIŞê li xwe digire, kir ,û piştî şerûpevçûnan ew zindan ji bin kdestê wê derket.
HSD diyar kir ku Baregeha Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, tenê 2 K.M ji wê zindanê ve dûr e, û tevî bangên me yên berdewam ji wan re, guh nedan û destwerdan nekir.
Beriya wê yekê jî HSDê da zanîn ku hêzên hikûmetê hewl didin destan deynin ser zindana Eqtan a ku girtiyên DAIŞê tê de ne û ew yek weke gaveke metirsîdar bi nav kir.
*Zindan û kampên DAIŞIyan
Li deverên di bin destê HSDê de, hejmarek zindanên taybet bi girtiyên DAIŞê hene, li gorî amarên fermî derdora 9000 endamên rêxistina terorîst di wan zindanan de ne.
Ji bilî zindanan, li kampa Hol li Hesekê ya taybet bi malbatên DAIŞê zêdetirî 25 hezar malbat ji regeznameyên cuda hatine bicîkirin û li ya Roj a li Dêrikê jî zêdetirî 2 hezar û 500 malbat hatine bicîkirin.
Li gorî çavdêran, vekirina dergehên wan zindan û kampan dê metirsiyeke mezin li deverê dirust bike.