Turkiyê û Si’ûdiyê tekeziyê ser piştgiriya rêkeftina Hikûmeta û HSD dikin

Turkiyê û Si’ûdiyê tekeziyê ser piştgiriya rêkeftina Hikûmeta û HSD dikin
Turkiyê û Si’ûdiyê tekeziyê ser piştgiriya rêkeftina Hikûmeta û HSD dikin

Welat TV - Hewlêr

Turkiyê û Si'ûdiyê tekeziyê ser piştgiriya bicîkirina agirbesta Hikûmeta Sûriyê û HSD dikin.

Di dawiya seredana serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan de bo Si'ûdiyê û hevdîtina wî li gel Mihemed Bin Selman şahzadê cihnişîn, herdu aliyan daxuyaniyeke hevbeş derxist.

Di daxuyaniyê de hatiye ku ew piştgiriya bicîkirina rêkeftina agirbest û tevlîbûnê ya Hikûmeta Sûriyê û HSD ya 30 Çileyê dikin.

Her weha herdu alî hevnerîn bûn derbarê giringiya parastina serweriya Sûriyê û yekbûna xaka wê û pêkanîna xwestekên miletê Sûrî bi geşepêdan û xweşiyê.

Turkiyê û Si'ûdiyê di heman daxuyaniyê de, banga vekişana di cî de ya Israîlê ji tevaya xaka Sûriyê kir.