Mangirtina mamosteyên Idlib û gundewarê Helebê berdewam dike

Mangirtina mamosteyên Idlib û gundewarê Helebê berdewam dike
Mangirtina mamosteyên Idlib û gundewarê Helebê berdewam dike

Welat TV - Hewlêr

Bo sêyem roj mangirtina mamosteyên dibistanên Hikûmî li Idlib û gundewarê Helebê berdewam e.

Li gel destpêkirina werzê duyem yê xwendinê, mamosteyên Idlibê û gundewarê Helebê mangirtina xwe dubare ragihand, û diyar kirin ku daxwazên wan yên girêdayî başkirina rewşê û zêdekirina mûçeyan nehatine pêkanîn.

Li gorî jêderan, mangirtinê bêtirî 1000 dibistanî li gundewarên Helebê yên bakur û rojava û Idlib û gundewarên wê li xwe girtine.

Di vê derbarê de Sendîkaya Mamosteyan li Sûriyê tekez kir ku ew piştgiriya daxwazên mamosteyan bi başkirina rewşa wan dike.

Her weha got ew her gefeke li ser mamosteyan bi sedema daxwazkirina mafan red dikin.

Sendîkayê daxwaz kiriye ku demeke zelal ji bo bicîkirina daxwazên mamosteyan were diyarkirin.