Serok Barzanî spasiya xelkê Kurdistanê li ser alîkariya Rojavayê Kurdistanê dike

Serok Barzanî spasiya xelkê Kurdistanê li ser alîkariya Rojavayê Kurdistanê dike

Welat TV - Hewlêr

Serok Barzanî nameyek derbarê hilmetên komkirina alîkariyan li Herêma Kurdistanê ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê belav kir.

Serok Barzanî îro di nameyekê de spasiya hemû welatiyên Kurdistanê kir ku bi dilsozane alîkarî ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê kom kirin:

”Ev helwest dîrokî ye û cihê şanazî û pêzanînê ye”. 

Serok Barzanî da zanîn: Spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û hemû rêxistin, alî, kesayetî û medayê dikin ku roleke wan di komkirina alîkariyan de hebû û hewl û mandîbûna wan bilind dinirxînin.

Nameyê diyar kir ku komkirina alîkariyan bo Rojavayê Kurdistanê erkekî netewî û niştîmanî ye bi baştirîn şêwaz hat encamdan.

Serok barzanî got jî ku ev helwest bandorê li ser bilindbûna hestê niştîmanperwerî û hişyariya netewî dike.
 
Nameyê tekez kir ku xelkê Kurdistanê careke din ew rastiya ji bo hemû cîhanê piştrast kir ku gelê Kurdistanê di xweşî û nexweşiyan de hevbeş, hevxem, pişt û penaya hev in.