El-Şeri´ û Barrack li Şamê civiyan
Welat TV - Hewlêr
Serokê Sûriyê bo Qanxa Veguhêz û Şandiyê Emerîka bo Sûriyê pêşhatên dawiyê yên deverê gotûbêj kirin.
Îro Serokê Sûriyê bo Qanxa Veguhêz Ehmed El-Şeri´ û şandeke Emerîkî bi serokatiya Şandiyê Emerîka bo Sûriyê Tom Barrack li Şamê civiyan, di civînê de Wezîrê Derve yê Sûriyê Es´ed El-Şeybanî jî beşdar bû.
Serokatiya Sûriyê da zanîn ku di civînê de dawîn pêşhatên deverê û mijarên hevbeş hatin gotûbêjkirin.
Ev civîn tê, piştî îmzekirina bîrnameyekê di navbera Kompaniya Sûriyê ya Petrolê û Kompaniya Şîfron a Emerîkî de ji bo lêgerînê li petrol û xazê di ava herêmî ya Sûriyê de.