Lehî li Sûriyê rabûn: 3 mirin û 6 birîndar in

Lehî li Sûriyê rabûn: 3 mirin û 6 birîndar in

Welat TV - Hewlêr 

Ji ber barîna baranê lehiyên mezin li hejmarek deverên Idlib, Lazqiyê û Hemayê rabûne, qurbanî hene, û hejmarek mezin ji kamp û gundan li deverê wêran bûne.

Berevaniya Sivîl a Sûriyê ku ser bi Wezareta Karesatan ve ye ragihand ku, 2 zarokan li deverên Eseliyê û Eyn Îsa li Çiyayê Turkmenan li Lazqaiyê jiyana xwe ji ber lehiyan ji dest daye. Her weha xewbexşeke Heyva Sor a Sûrî jiyana xwe ji dest daye û 6 kesên din birîndar bûne.

*Ziyan

Berevaniya Sivîl diyar kir behsa ziyanên madî kir û got, ziyan gihiştiye derdora 15 kampên derbidreran li Idlibê, 300 malbatî ziyan dîtine.

Berevaniya Sivîl hişyarî ji rabûna lehiyên nû da û got, niha kar ji bo derxistina sivîlan ji deverên lehiyan tê kirin.