Amadekarî ji bo wergirtina balafirxaneya Qamişlo bi rê ve diçin
Welat TV - Hewlêr
Hikkûmeta Sûriyê li gel HSD wergirtina balafirxaneya Qamişlo gotûbêj dike.
Medyaya nêzîkî HSD da zanîn ku îro şandeke Hikûmeta Sûriyê seredana Qamişlo dike û civînek derbarî wergirtina balafirxaneya Qamişlo ya navdeweletî bi rê ve diçe.
Hevdemê vê yekê jî rêkarên ewlehiyê li derdora balafirxaneya Qamişlo hatin standin.
Duh jî berbijêrê HSD bo posta parêzgarê Hesekê û berpirsê Ewlehiya Navxwe ya parêzgehê Merwan El-Elî civiyabûn.
Piştî civînê El-Elî ragihand ku rêkeftina di navbera Hikûmeta Sûriyê û HSD de gav bi gav bi rê ve diçe û di gavên bê de "balafirxaneya Qamişlo û kêlgehên Rimêlanê têne wergirtin".