Şirovekarên Siyasî rola serok Barzanî bilind dinirxînin
Welat TV - Hewlêr
Şirovekarên Siyasî yên Kurd, rola Serok Mesûd Barzanî di aramkirina rewşê de li Sûriyê û gihiştin bo agirbestê bilind nirxandin.
Şirovekarê siyasî Sedîq Şirnexî di çarçoveya beşdariya xwe di progarma Rojeva Welat de diyar kir ku metirsiyên mezin di rê de ne, ji ber ku aliyên navdewletî ne gerantor in, û dibe ku hikûmet li rêkeftinê bizivire û binpê bike.
Şirnexî da diyarkirin, HSD û PYD her tiştek radestî Şamê kirin, heta roja îro jî bi tena serê xwe kar û biryaran didin û venagerin navmala Kurdî.
Şirovekarê siyasî Sedîq Şirnexî got, divê HSD zindanan spî bike, û bi niyeteke pak li gel hemû aliyan kar bike û rê bide hêzên Pêşmergeyên roj vegerin.
Şirovekarê siyasî Sedîq Şirnexî pesna rola serok Barzanî da û got xwepêşandanên derketine hiştin ku helwestên Emerîka û navdewletî werin guhertin û divê xwepêşandan berdewam bibin û yekîtiyeke rasteqîne hebe.
*Girîngiy kêlgeha Rimêlan
Ji aliyê xwe ve, endezyarê petrolê û şirovekarê siyasî Heval Îsa, behsa girîngiya kêlgeha Rimêlan kir û got bîrên herî dewlemend ên petrolê li Rimêlan in tê de 1300 bîr hene.
Îsa amaje bi bicîkirina xalên rêkeftinê li Hesekê, Qamişlo û Rimêlan kir û got, li van bajaran rêkeftin bi rê ve diçin, di heman demê de li Kobaniyê dorpêçkirin e.
Haval Îsa bang li HSD û Şamê kir ku dorpêçkirina li ser Kobaniyê ji raya giştî re diyar bikin.
Endezyarê petrolê û şirovekarê siyasî Heval Îsa li ser jikardûrxistina karmendên Rimêlan ku bi xwe yek ji wan e, diyar kir, heta niha tu karmend nehatine vegerandin, lê eger fermana vegerandinê derkeve, ez ê ji Elmanya vegerin welatê xwe.