Serbest Lezgîn bo Welat TV: Dibe ku berpirsên Sûriyê serdana Hewlêrê bikin
Welat TV - Hewlêr
Îro 10ê Sibata 2026an, li Duhokê rûniştinek taybet li ser Rojavvayê Kurdistanê bi rê ve çû.
Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê Serbest Lezgîn di kongireke rojnamevanî de ragihand, ku Serok Barzanî weke lêvegerê Kurdistanî roleke mezin di aramkirina rewşa Rojavayê Kurdistanê de dîtiye û bi berdewamî Serok Barzanî piştevaniya Rojavayê Kurdistanê kiriye.
*Rewşa Kobaniyê
Li ser rewş Kobaniyê, Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê da zanîn, ku di çend rojên bê de rewş li Kobaniyê asayî dibe û dorpêç radibe, xalên ku li Hesekê û Qamişlo bi cî dibin li Kobaniyê jî dê bi cî bibin, di çend rojên bê de alîkarî dê bigihin wî bajarî.
*Bersiva pirsa Welat TV
Serbest Lezgîn di bersiva pirseke peyamnêra Welat TV de ragihand, serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´ bi berdewam pêwendiyê li gel Serok Barzanî dike û dibe ku di pêşerojê de berpirsên Sûriyê serdana Hewlêrê bikin û ev yek tiştekî normal e.