Rêjeya tûşbûnê bi jehriyê û kulbûna roviyan li Kobaniyê zêde bûye
Welat TV - Hewlêr
Rêjeya tûşbûnê bi jehriyê û kulbûna roviyan li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê zêde bûye û 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Welat TV rewşa tendirustî li Kobaniyê dişopîne, li gorî amarên nexweşxaneyan rêjeya tûşbûnê bi jehriyê û kulbûna roviyan zêde bûye bi tayebetî di nava zarokan de.
Di vê derbarê de, Pizîşk Dr. Bextiyar Hisên ji Kobaniyê ji Welat TV re da zanîn ku ew nexweşî li bajêr belav bûne û derman kêm tên dîtin, ev yek jî bûye sedema jiyanjidestdana 2 zarokan.
Dr. Bextiyar Hisên diyar kir ku ava ne paqij û xerabûna curên xwarinê ji sedemên zêdebûna wan nexweşiyan in.
Ev yek di demekê de ye ku karta tendirustî li Kobaniyê di xerabtirîn ast de ye û gelek curên dermanan nayên dîtin.