Gilêş li gelek kolanên bajarê Hesekê kom bûye

Welat TV - Hewlêr

Gilêş li gelek kolanên bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê belav bûye û welayî gazinan dikin.

Li gelek taxên bajarê Hesekê gilêş bi awayekî zêde li kolanan kom bûye û ew yek bûye cihê nerazîbûna weltiyan.

Jêderine ji Hesekê ji Welat TV re da zanîn ku karmendên şarederiya bajêr bi erkê xwe bi temamî ranabin û ev yek bûye sedema kombûna gilêşê.

Rewşa xizmetguzarî li Hesekê bi awayekî giştî xerab e û welatî rastî gelek zihmetiyan di jiyana rojane de tên.

►Her weha bixwîne.. Rêjeya tûşbûnê bi jehriyê û kulbûna roviyan li Kobaniyê zêde bûye