Kampa Holê.. Hejmareke malbatên DAIŞê êrîşî karmendên UNê kir
Welat TV - Hewlêr
Ji ber aloziyan, Netewên Yekgirtî karê xwe li kampa Holê ya l gunewarê Hesekê rawestand.
Li gorî zanyariyan ji ber ku duh hejmarek malbatên çekdarên DAIŞê yên li Kampa Holê êrîşî karmendên rêxistinên mirovî kirin, UN û hejmarek rêxistinên din yên mirovî karên xwe li wê kampê rawestandin û jê vekişiyan.
Jêderan daye zanîn jî ku duh li pêşiya deriyê sereke yê kampê, hejmarek Kes ji malbatên DAIŞê kevir avêtin karmendên rêxistinên mirovî, ji ber wê yekê jî Komisyona Bilind a Penaberan ya Netewên Yekgirtî neçar bû ji wê kampê derkeve.
Kampa Holê ku malbatên çekdarên DAIŞê tê de dimînin, berê di destê HSD de bû û niha di destê hêzên Hikûmeta Sûriyê de ye.